|
||
![]() |
Kardan Adam ( zelamê ji berfê) | |
Konuk Yazar | ||
kiziltepeekspres.com | ||
Kardan Adam ( zelamê ji berfê)
Em vê sibê bi barîna berfê hişyar bûn.Ev çend sale li Qoserê berf nedibariya.
Wextê em zarok bûn , her zivistanê berf dibariya û kêfa zaroka gelek dihat.
Me feq û daf vedida , da ku em çûka bigirin. Me kaşok jî dikir û gelek cara em li ser piştê diketin.Dest û lingê me dicemedi , em diqefilîn , lê ne xema mebû , ji ber kêfa berfê. Li mala , xelkê ji dera berfa pakij beredikir , dixistin mesefê biçûk , dims lêdikirin û dixwarin. Navê wê berfdimsk bû.
Qet nayê bîra min ku me Kardan Adam ( zelamê ji berfê) çêdikir.
Piştî ku me dest bi dibistana seretayê ( ilkokul) kir , me di pirtûka de dît cara yekem Kardan Adam .( Ez nizanim çima ne Kardan Kadın ? )
Difikirim , heger pêşîyê me Kardan Adam çekiribûna , çima me navê wî bi kurmancî nizanîbû ?!
Gelo li derdora we , navê vî camêrî ( Kardan Adam ) bi kurdî çibû ?
Mecit Boran-19.01.2022
|
||
Etiketler: Kardan, Adam, (, zelamê, ji, berfê), |
|